Lînkên eksesibilîtî

Gelo Wê Ukrayna di Demeke Nêzîk de Tevlî NATO Bibe?


Wezîrên welatên NATO'yê pêgirtina xwe jibo berevanîyeke bi kom tekez kirin, piştî Rûsya nîvgirava Kirim tevlî xwe kir. Di vê raportê de ji Washington, nûçegihanê Dengê Amerîka Andre de Nesnera berê xwe dide peywendîyên Ukrayna ligel NATO.

Sekerterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen zimanekî tund bikar anî da ku maytêkirina leşkerî ya Rûsya li nav axa Ukrayna û dagerkirina Kirimê danasîn bike.

Şirovekar dagerkirina Rûsya ya herêma Kirimê wekî tiştekî bi ceger dibînin. Pispor dipirisin ka gelo tiştên din yên bi ceger di serê Serok Putin de hene?
XS
SM
MD
LG