Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penabera Kurd: Em Birçî Jî Bin Hêvîya Me Serkeftina Kurdan e


Malbata Seydo Elî
Foto: Salih Turan
Malbata Seydo Elî Foto: Salih Turan
Li gor jimarên Neteweyên Yekbûyî (UN), Tirkîye piştî Lubnanê bi dora 700 hezar penaberên Sûrî di rêza duyê de ye.

Penaber ji bilî kampan li seranserê bajarên Tirkîyê belav bûne. Hîn bi hezaran kes di şert û mercên giran de jîyana xwe didomînin û ji neçarî, bi malbatî li kuçeyan dimînin.

Li bajarê Stenbolê hezaran penaberên Sûrî hîn jî jiber ku nikarin xanî kirê bikin, bi malbatî li kuçeyan dimînin.

Malbeteke Kurd, piştî wêranbûna xanîyên wan ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê, tevî zarokan bar kirîye hatîye Stenbolê ku ev bêhtirî mehekê li kuçeyên Stenbolê dimîne.

Endamên malbatê li nav erdê înşaatekê kon vedane ku di şertên pir giran de dijîn.

Ew niha tenê bi alîkarîya derdorê debara xwe dikin û jiber kirêya zêde ya xanîyan nikarin ji xwe re malekê bigirin.

Seydo Elî yek ji wan Kurdan e ku ligel malbata xwe li Stenbolê ye. Elî spasîya Kurdên Stenbolê dike ku alîkarîya wan dikin.

Di serdana me de, Elî li ser penaberbûna wan agahîyan taybet dan Dengê Amerîka.

Hevjîna Seydo Dayika Elî jî bibîr dixe, malbata wan li Şêx Meqsûdê bi saya şervanên Kurd ji mirinê rizgar bûye ku wan hiştine bi qaçaxî ji wir derkevin.

Dayika Elî dîyar dike, ew li kuçeyan birçî jî bimînin hêvîya wan pêşî serkeftina şervanên Kurd e li Sûrîyê.

Ew dibêje, “her çiqas dilê me dixwaze em vegerin jî jiber bihabûnê û nebûna nasan em nikarin herin herêma Kurdî ya Sûrîyê.”

Mezinên vê malbata ku tevî 10 endamên malê li derve dimîne, parsekîyê nakin û li ser sergoyan kaxizan berhev dikin da ku pere qezenc bikin jibo bikaribin xanîyekî kirê bikin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG