Neteweyên Yekbûyî îro Înê ragihand ku hejmara penaberên tomarkirî yên Sûrî li Lubnanê giheştiye mîlyonekê.
NY dibêje, bi vê hejmara penaberan, hember sê Lubanî, yek Surî li wî welatî hene.
Neteweyên Yekbûyî herwiha dide zanîn ku rojane 2.500 kesên nû digehijin Lubnanê.
Berpirsê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, ew hejmara heyî jibo welatekî biçûk yê wek Lubnanê pir zehmetî derdixin.
Pispor dibêjin bi hatina ewqas penaber ekonomîya wî welatî xirabtir bûye û herwiha tehlukeya alozîyên mezhebî jî zêde dibe.