Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên Lêgerîna li Balefira Malezyayî Berdewam in


Wezîrê hatûçûnê yê Malezyay, Hişamedîn Hisên.
Gelek ji balefirên leşkerî û yên taybet, tevlî keştîyên binavî, hîna pêdegeriyê dikin jibo dîtina parçeyên balefire windayî li nav Oqyanosa Hindî. Ev lêgerîn li seranserî 1,700 kilometeran li bakûrî-rojavaî bajarê Perth li Australia pêk tê.

Wezîrê Berevanîya Malezyayê ragihand ku welatî wî berpirsyarê bicîkirina balefirê ye.
Birêz Hişamedîn Hisên got, ew ligel Wezîrê berevaniya Amerîkî Chuck Hagel jî peyîvî bû .

Di 8ê Adarê de, balafir di navbera Kuala Lumpur û Beijing de di rewşeke nediyar de winda bû.

Di roja Îniya bûrî de 14 balefeir û gemiyan lêgerîneke berfirih kiribûn, lê ta nuha hîna tiştek diyar nebûye.

Tîma lêgerîna navneteweyî diyar kir ku ewê lêgerînê berdewam bike , lê hîna tiştekî berçav diyar nebûye .

Ji aliyekî din jî, fermandarên Malayzî kesek ji rêwiyên balefire tewanbar nekirin , lê ta nuha jî hîna pirsên li ser taximê balefire û texmîna şaştiyan berdewam dikin.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:32 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG