Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberekî Sûrî li Kampeke Urdunê Hate Kuştin


Karbidestên Urdunî dibêjin, pevçûnên kujer li kampa herî mezin ya penaberên Sûrî qewimîne. Di encamê de bi kêmî penaberek hatiye kuştin û 31 kesên din birîndar ketine.

Polîs di daxuyanîyekê de îro Yekşemê got ku wan gaza îsotê bikar anî heta xwe xelkê êrîşî polîsxayên kampê dikirin, dûr bixin.

Daxuyanîya polîs herwiha got ku bi hezaran penaber alîyê rojhilat ji kampê, cihê ku pevçûn lê çê bûbû, vala kirin. Daxuyanîya polîs wiha jî got ku 29 polîs birîndar bûn.

General Wadah Hmûd, berpirsê karûbarên kampên penaberên Sûrî li Urdunê got ku hevwelatîyekî Sûrî temen 25 salî di nav wê tundûtûjîyê de hate kuştin û bi kêmî du penaberên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG