Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Xewna Seroktîya Tirkîyê


Erdogan ligel xanima xwe
Ligel serkeftineke mezin bo partîya desthilatdar li Tirkîyê di hilbijartinên şaredarîyan de yên 30'ê Adarê, çavdêr dibêjin ku derî ji serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hatiye vekirin tevlî hilbijartinên meha Tebaxê yên seroktîyê bibe.

Lê hinek astengîyên girîng li pêş hêvîyên serokwezîr hene.

Birêz Erdogan berî du salan gotûbêjên aştîyê ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) destpê kir û rêberîya partîya Aştî û Demokrasîyê ya Kurdan (BDP) jî dûr nebiriye ku piştgirîya Erdogan di kempeyna wî jibo seroktîyê de bikin.

AKP ya serokwezîr 44 ji sedî di dengdana Adarê ya hilbijartinên herêmî de bidest xist, rikaberî herî nêzîk, CHP ya sekuler 28 ji sedî bidest anî. Lê, hîn jî AKP nikarîbû rêjeya 50 ji sedî pêk bîne da ku hilbijartinên seroktîyê bidest bixwe, lê Erdogan pêwîstî bi alîkarîya partîyeke din heye.

BDP, 6 ji sedî ji rêjeya dengan bidest xist. Ew yek dikare li rêjeya partîya Serokwezîr were temamkirin.

Bêtir agahî di vê raportê de.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG