Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewilên Dîtina Firoka Malezî Didomin, Hêvîyên Nû Hene


Karmendên lêgerînê radigihînin ku wan hîn sînyalên nû wergirtinê ku îhtîmal e ji firoka Malezî ya hindabûyî be.

Karbidestên Australî dibêjin, firokeke çavdêrîyê ew sînyal dîtine ku bawerî heye ji qûtika reş ya firoka navborî be.

Berpirsê lêgerînê Angus Houston bi daxuyanîyekê got, ew bi hêvî ne di rojên pêş de ew xwe bighehînin paşmayîyên firoka Malezî.

Karbidest di xemê de ne ku baterî anku pîla qitûka reş ya firokê di demkee nzîk de teva ne, jiber ku tenê 30 roj temena wan heye.
XS
SM
MD
LG