Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Times: Rûsya ser Peqîna Boston Agahî Neda FBI


Rojnameya New York Times radigihîne ku Rûsya red kir ku derheqa bergumanê peqîna Maratona Boston Tamerlan Tsarnaev agahîyan bide Amerîka.

Rojname dibêje, redkirina daxwaza vekolerên Amerîkî ji alîyê Moskow ve, du sal berî çêbûna peqînê pêk hat.

New York Times dinivîse ku raporteke îstîxbaratî ya Rûsî destnîşan kiriye ku Tamerlan Tsarnaev bawermendekî xurt yê Îslama radîkal e, lê daxwaza FBI ya agahîyên pirtir bicîh neanîye.

Karbidestên bilind yên Amerîkî, ku ew raport dîtine, dibêjin FBI li gor agahîya berdest hemî tiştan li ser Tsarnaev kiriye.


Tamerlan Tsarnaev û birayê wî Dzhokhar ji Çeçenîstanê hatibûn Amerîka. Wan sala borî bombeyek danabû ser rêya Maratona Boston û pirtir ji 260 kes kuştibûn.

Tamerlan ji alîyê polîsan ve hatibû kuştin û birayê wî jî çend roj dû re hatibû desteser kirin.
XS
SM
MD
LG