Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guman Hisên: Encama Civînên Stenbolê yên Opozîsyona Sûrî Ji Berê Baştir e


Guman Hisên
Guman Hisên
Stenbol- Piştî civînên Hevpeymanîya Opozîsyona Sûrîyê yên Stenbolê hate zanîn ku cara pêşî wê şandeyeke bilind ji opozîsyonê serdana welatê Çînê bike.

Di Civata Giştî ya 13’an a Hevpeymanîya Opozîsyona Sûrîyê ku li Stenbolê pêk hat de, karbeşîya rêvebirîyê jinûve hate kirin.

Di encama civînên ku 8’ê Adarê encam dan de, erkên endamên Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî di desteyên rêvebirîyê de hatin dîyar kirin.

44 endamên hevpeymanîyê ku berîya Cenev 2’yê ji opozîsyonê veqetîyabûn jî bi erkên xwe yên nû vegerîyan nav opozîsyonê.

Li civînên opozîsyonê babetên sîyasî, leşkerî û stratejî hatin gotûbêj kirin ku herwiha li ser şertên pêkanîna Cenev 3 gotûbêj pêk hatin.

Her ku ti ragihandinek nehatiye kirin jî hate zanîn, cara ewil şandeyeke bilind ji Hevpeymanîya Opozîsyona Sûrîyê ku yek ji endamê wê Kurd e 14’ê vê mehê serdana Çînê dike.

Nûnerê ENKS’ê li nav opozîsyona Sûrîyê Guman Hisên, ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, “Civînên dawî li gor berê baştir derbas bûne ku ji berê zêdetir karbeşîya xebatan di nav endamên opozîsyonê de pêk hatiye.”

Birêz Hisên rola ENKS’ê di nav hevpeymanîyê de bi bîr xist û got, “Çûyîna opozîsyonê ya Cenev 2’yê bixwe bi biryara Encûmenê pêk hatiye."
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG