Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtan li Rojhilata Ukraynayê Polîsxaneyekê Kontrol Dikin


Karbidestekî Ukraynayê got ku mîlîtanên ser bi Rûsya ve îro Şemîyê polîsxaneyek li bajarê Slovyansk yê rojhilata welêt kontrol kirin.

Lê Wezîrê Hundir yê Ukraynayê Arsen Avakov got ku komeke din ya çekdaran nikarîbûn ofîsa dozgirê giştî kontrol li bajarê Donetsk kontrol bikin. Li wir jî çekdaran destên xwe danîne ser avahîyên din yên hikûmetê.

Ev êrîşa herî dawî li ser avahîyên hikûmetê rojekê tê piştî ku serokwezîrê demkî yê Ukrayna kete nav bazarekî ligel rêberên xwecihî û xwenîşanderên ser bi Rûsya ve. Ev yek jî hat piştî ku cudaxwazan banga Kyêv jibo valakirina avahîyên hikûmetê yên ku kontrol kirine, pêk neanîn.

Piştî civîneke roja Înîyê ligel karbidest û rêberên Ukraynî, Serokwezîr Arseniy Yatsenyuk got ku piştgirîya guhertina destûra welêt dike da ku rêberên xwecihî bêtir desthilat li karûbarên xwe yên xwecihî hebin.
XS
SM
MD
LG