Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

29 Kes li Helebê Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrî îro Yekşemê gotin, di encama şerê navbera hêzên hikûmet û opozisyona Sûrî de bi kêmî 29 kes li bajarê Helebê hatin kuştin.

Şer pêk hat, rojekê piştî ku herdu alîyên şerê navxweyî li Sûrîyê îdîa kirin ku gundek li nêzîkî Şama paytext bû qurbana êrîşeke gaza jehrê.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye got, bi kêmî 16 serhilda di nav wan kesên kuştî de li şerê nîvê şevê ligel hêzên Serok Beşar Esed. Çavdêrîyê herwiha ragihandin ku bi kêmî 13 kesên sivîl jî hatin kuştin dema ku balefirên şer yên hikûmetê bermîlên teqînok avêtin ser sê taxên jêr destên opozisyonê li Helebê.

Komîteyên Hemahengîya Xwecihî, ku ew jî komeke çalakvanan e, got ku şerekî giran Yekşemê li Helebê qewimî tê de balefirên şer yên Esed êrîşên nû kirin.

Ji Tîrmeha sala 2012an de bajarê Helebê, mezintirîn bajar li Sûrîye, bûye navenda şerê navxweyî li wî welatî. Ev bûye çend meh şer bûye sedema ku bajêr hatine parçekirin di navbera herdu alîyan de.
XS
SM
MD
LG