Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Navendî li Tirkiyê Rêjeyên Zêdebûnê Bilindtir Dike


Xem derbarê abûrîya Tirkiyê zêde bûne piştî ku ajansa Moodys ya darayî di raporteke xwe de nîşan kir ku rêjeya deyinên Tirkîyê ji aram bûye neyênî. Ajansa darayî ya cîhanî sedema vê guhertinê vedigerîne pirsgirêkên siyasî li vî welatî.

Heta bi serkeftina AK Partî ya desthilatdar di hilbijartinên şaredarîyan de yên meha bûrî jî bûye cihê xemê. Di destpêkê de, weberhêneran serkeftina wê wekî nîşana aramiya siyasî dîtin.

Piştî serkeftina partiya wî, Serokwezîr Erdogan bang li banka navendî ya serbixwe kir ku rêjeyên zêdebûnê kêm bike. Bankê li meha yekê ji vê salê rêje duqat kirin da ku roxandina dirava Tirkî biparêze.

Çavdêrên bazarê hişyariyê didin, ligel vê yekê ku weberhêner dudil in derbarê bazarên nûhatî, divê birêz Erdogan bi haydarî balansê têxe nav daxwazên xwe yên siyasî û hestiyariya bazarên darayî.

Ji Stenbolê, Dorian Jones ev raport jibo Dengê Amerîka şandiye.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG