Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Demkî yê Lîbyayê Dest ji Kar Berdide


Serokwezîrê demkî yê Lîbya Ebdulla el Thani do Yekşemê ragihand ku ew dev ji posta xwe berdide, bi vê yekê jî asteke din ji nearamiyê li rewşa siyasî ya Lîbyayê zêde dike.

Birêz el Thani di daxuyanîyekê de li ser malpera hikûmetê got ku ewê serkêşiya kabîneya nû neke, lê ew her li cihê xwe bimîne heta ku hikûmeta nû bi fermî were damezrandin. Wî got, wî ev gav avêt da ku berjewendiyên welêt biparêze û hemû aliyan nekişîne nav nakokîyekê, ku tê de ti kes bisernakeve.

Berdevkê hikûmetê Ehmed el Emîne da xuya kirin ku birêz el Thani dest ji karê xwe bernedida, lê êrîşek li ser malbata wî hişt ku ew bilez daxwaz bik kesekî din cihî wî bigire.

Serokwezîr berê Elî Zeidan, yê ku li 11ê Adarê dengdaneke ne baweriyê wergiritibû, bi wexteke kurt ji alîyê mîlîşyayên çekdar ve hatibû revandin. Hotela Corinthia jî ku wekî cihê rûniştina gelek karbidestên hikûmetê tê zanîn, gelek caran ketiye jêr êrîşan.
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG