Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdulbasit Hemo, Rewşa Siyasî li Rojava Dinerxîne


Ebdulbasit Hemo endamê mekteba siyasî ya partiya Dîmoqratî Kurdistanî li Sûrî ye, li ser pêvajoya yekîtiya Siyasî di navbera çar partiyên Kurdî li Hewlêrê , û pilanên paşerojê dibêje:

“pilanek hate çêkirin ji bo xebata rêxstinî, li Rojava,Tirkî û li dervî welat. Li gorî bernemeya me ya siyasî, wê kar li hev par bibe, û her yek wê karê xwe bişopîne”.

Birêz Hemo di hevpeyvîna xwe de bi dengê Amêrîka re, rewşa xebata siyasî ya Kurdistana Sûrîye şîrove kir, û her weha rexnên xwe li partiya Yekîtiya Dîmokrat (PYD) kir, û diyar kir ku gelek kelem û cûdyî di nev hêza siyasî li Rojava de heye.

Li aliyekî din jî ,Birêz Hemo nerîna xwe û têbîniyên xwe li ser aloziyên kolana xindiqê di navbera Kurdistana Sûrî û Herêma Kurdistanê dîyar kir, û ji aliyê xwe ve PYD e tewnbar kir û sûcdar kir, û her wiha wî got , ev îrîşa ji aliyê PYD e ve, xizmeta dijminê Kurdan dike, bi taybetî di dema nuha de, ji bo helbijartinê herêmî li Kurdistanê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG