Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Krîza Heyî Ukrayna Anîye Ber Şerekî Navxweyî


Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje, krîza ku mezintir dibe Ukrayna anîye ber şerekî navxweyî.

Qesra Kremlîn dibêje, birêz Putin ew gotinên xwe, di axaftineke telefonî de ji Serokwezîra Almanya Angela Angela Merkel re gotiye.

Putin hikûmeta Ukraynî tawanbar kir ku bi awayekî dijî qanûna bingehîn, hêzêke tund li dijî xwepêşandêran kar anî ku li 10 bajarên başûrê rojhilat dest avêtibûn ser avahîyên hikûmetê .

Kremlîn herwiha got, rêberên Rûs û Alman gêşbîn in ku danûstandinên roja Pêncşemê encamên erênî jibo çareserîyeke aştîyanê bîne.

Li ber e, Yekîtîya Ewropa, Rûsya, Ukrayna û Amerîka sibe li Cenevre bicivin û krîza berdewam gotubêj bikin.
XS
SM
MD
LG