Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Binavbûna Keştîyekê de Nêzîkî 300 Kes li Koreya Başûr Hinda Bûn


Di encama binavbûna keştîyeke de nêzîkî 300 kes îro Çarşemê li Koreya Başûr hinda bûn.

Karbidestên Koreya Başûrî dibêjin, li nav gemî pirtir jî 462 kes hebûn ku piranîya wan xwendekarên lîseyê bûn.

Karbidest didine zanîn ku bizabên hawarçûnê didomin û heta niha 174 kes hatine rizgar kirin.

Karbidestên wî welatî herwiha piştrast dikin ku 4 kes jî di bûyerê de mirine.


Tê ragihandin ku bi dehan helîkopter û keştîyên hawarçûnê li kesên hinda digerin û tîmên Amerîkî yên hawarçûnê jî alîkarîya van hewilana dikin.
XS
SM
MD
LG