Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Stoka Xwe ya Navokî Kêmtir Dike


Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî îro Pêncşemê dibêje, Îranê piranîya stokên xwe yên navokî wergerand formeke siviktir.

Ajans dibêje, Tehranê dikarîbû bi hêsanî wan stokana bikirana uranyuma jibo çekan, lê li gor peymana xwe ya bi 6 welatên cîhanê ew biryar da.

Bi vê biryara nû, Îran dibe xwedîyê asta 20 ji sedê uranyuma dewlemendkirî ku jibo avakirina çekên navokî hewce ye.

Welatên Rojava ditirsin ku Îran dixwaze çekên navokî amade bike, lê Tehran van îdîayan red dike û dibêje ew jibo mebestên aştîyane uranyume dixwaze.

Heta ku Îran û dewletên cîhanê sala çûnî giheştin lihevkirinekê, Tehran bi giştî 200 kîlo uranyum kom kiribû.

Uranyuma asta 20 ji sedê yek gaveke pêştir ya asta çeka navokî ye. Pispor dibêjin, eger Îran hineke din uranyum bicivîne, ew dikare bi têra xwe uranyum kom bike ku bombeyeke atomî amade bike.
XS
SM
MD
LG