Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kaptanê Gemiya Koreya Başûr ya Binavbûyî Hate Girtin


tîmên rizgarîkirinê karê xwe dom dikin.
tîmên rizgarîkirinê karê xwe dom dikin.
Polîsên Koreya Başûr bi fermî kaptan û du endamên tîma gemîya ku binav bûye, giritine, li ser tawanên berdana siwarên gemîyê yekser piştî ku roja Çarşema bûrî binav bûbû.

Vekoler îdîa dikin ku kaptanê 69 salî nikarîbû bi erkê xwe yê parastina siwaran rabe. Li gorî dîdevanan, kaptanê yekem kes bû ku reviya dema gemîyê dest bi binavbûnê kir. Gemîya bi navê Sewol li başûr rojavaya girava Jindo binav bû dema ku 476 kes tê de bûn.

Heta nuha mirina 32 kesan piştrast bûye û 270 kesên din ku piraniya wan xwendekarên dibistanê ne, hîn nehatine dîtin. Melevanan îro Şemîyê sê termên din dîtin lê nikarîbûn xwe bigihînin wan.

Bêtirî 500 melevan di tîma rizgarîkirinê de kar dikin. Gelek ji wan kesên sivîl in.

Ajansa Yonhap ya nûçeyan li Koreya Başûr got, guman heye kaptan ji siwaran xwestibe ku li cihê xwe bimînin tevî ku gemî bi ser alîyekî xwe de diket.
XS
SM
MD
LG