Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtûjî li Îraqê Berdewam Dike


Polîsên Îraqê dibêjin, di encama du bombeyên li kolaneke dijî xelk de li Bexdaya paytext çar kes hatine kuştin û heşt kesên din birîndar bûne.

Polîs dibêjin, teqîn îro Şemîyê danê sibehê li taxa Dora ya piranî Sunnî pêk hatin.

Paşê jî, polîsan ragihand ku bombeyek li rex rê bû sedema kuştina du leşkerên Îraqê û birîndarbûna pêncan li bajarokê Termiye, yê ku 50 kîlomteran li bakurê Bexdayê dikeve.

Karbidestên saxlemîyê jî jimara qurbanîyan piştrast kirin. Hemû karbidestan ev agahî dan bi mercê ku navê wan neyê eşkerekirin, jiber ku wan destûr nîne ku ligel rojnamevanan baxivin.

Ti alî demûdest berpirsîya êrîşên îro Şemîyê nexistiye stûyê xwe, lê serhildayên Sunnî ji sala bûrî de êrîşên xwe zêde kirine, bi hêviya ku ziyanê bigihînin hikûmeta di dest Şîayan de.

Bilindbûna asta tundtûjîyê tê di demekê de ku Îraqî amadekariyên xwe jibo hilbijartinên parlamanî li 30ê vê mehê dikin.
XS
SM
MD
LG