Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Raporteke Taybet ser Rewşa Azadîya Rojnamevanî li Herêma Kurdistanê Weşand


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) do Sêşemê raporteke taybet ser rewşa azadîya rojnamegerîya li Herêma Kurdistanê Îraqê weşand.

Raport bal dikşîne ku sistbûna qanûnên heyî û bêcezamayîna kiryarên dijî ragihandinê dibin sedem ku rojnamevan xwe xwe sansur bikin.

Raport herwiha dîyar dike ku jiber sedemên behskirî, rojnamevan ji mijarên nazik yên wek bertîl, dizî û perexwarinê li Herêma Kurdistanê dûr disekinin.

CPJ dide zanîn ku di vê demê de ku Herêma Kurdistanê xwe ji tundîya heyî parastiye û ekonomîya wê jî gêş dibe, girjî û reqbûna sîyasî bilind e û medya azad dibe armanca giwaştinan.

CPJ bi bîr tîne ku rojnamevan rastî gefan tên, têne binçav kirin û rûbirûyê kiryarên xirab dibin û carna jî têne kuştin. Rêxistina rojnamevanî balê dikşîne wê yekê ku pir caran kiryarên wî rengî bê ceza dimînin.

Di raportê de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin bi berfirehî vekolîna êrîşên dijî rojnamevanan bike û kesên berpirs bîne pêş dadgehê.

Raporta CPJ ji alîyê rojnamevanê Kurd Namo Abdulla, nûnerê Rûdaw li Washingtonê, hatiye amade kirin.
XS
SM
MD
LG