Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enfal li Stenbolê Hate Bibîranîn


Şandeyeke ji bizavkarên mafên mirovan ya Kurdistana Îraqê, cara pêşî bernameya yada enfalê li Stenbolê pêk anî.

Di çarçoveya çalakîyên nasandin û pênaseya enfalê wekî karasetekê di qada navnetewî de, roja Çarşemê li cadeya herî qelebalix ya Stenbolê anku li kolana Îstiklal ya Taksîmê pêşengeha enfalê hate vekirin.

Şandeya ji rêvebirên Rêkxirawa Mafê Mirov li Kurdistana Îraqê û Tora Binyadî ya Rêkxirawan (NBO) pêk dihat, bernameya yada enfalê bi pişgirîya Komela Mafê Mirovan ya Stenbolê (IHD), Weqfa Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî û Rêxistina Bajêr ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi daxuyanîyekê ragihand.

Bername bi vekirina pêşengeha wêneyên qurbanîyên enfalê destpê kir û bi pêşandana 6 kurtefîlm û dokumanterên li ser enfalê ku 24 û 25’ê Nîsanê têne pêşandan berdewam dike.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG