Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Roj Berî Hilbijartinan, Tundûtûjî li Îraqê Zêde Dibe


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.
Karbidestên Îraqê dibêjin, di encama jimareke teqîn de li kempeyneke rêxistineke Şîa bi kêmî 28 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Ev êrîş tê tenê çend rojan berî hilbijartinên parlamanî li Îraqê.

Teqînên ku do Înîyê pêk hatin di nav bi hezaran ji piştgirên grûpa Asayeb Eh el Heq de cih girtin. Ew kes li stadyomeke werzîşê li rojhilata Bexdaya paytext kom bûbûn.

Rêxistina Dewleta îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) ku komeke Îslamî ji el Qayîde cuda bûye, berpirsîya vê êrîşê xiste stûyê xwe. DAÎŞ di daxuyanîyekê de li ser malperekê got ku wê ew êrîş pêk anî da ku tola kuştina Sunnîyan li ser destên mîlîşyayên Şîa hilîne.

Rastîya wê îdîayê bi awayekî ser bixwe nehatiye piştrastkirin.

Li Îraqê tundûtûjîya tayîfî li seranserê welêt belav bûye li dema ku mîlîtanên dixwazin zehmetîyan derxînin pêş hikûmeta dest Şîayan de berî dengdana ku li 30ê Nîşanê pêk tê.
XS
SM
MD
LG