Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G-7 Sizayên Nû li Dijî Rûsya Datîne


Civîna welatên G-7.
Civîna welatên G-7.
Grûpa Heft Hêzên Abûrî yên Mezin li cîhanê, ku wekî G-7 lihev kiriye ku sizayên nû li dijî Rûsya deyînin, jiber karên Mosko li Ukrayna.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, welatên G-7 gotin ku ewê hinek gavan bavêjin da ku van sizayên armanckirî gûrtir bikin. Welatên endam yên G-7 ev in, Amerîka Kanada, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Japon.

Karbidestekî Amerîkî got, dibe ku siza roja Duşemê karîger bibin.

Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk Rûsya bi wê yekê tawanbar kiriye ku ew dixwaze Ukrayna di warê siyasî û leşkerî de dager bike. Ev yek tê li demekê ku Kyêv û Mosko leşkerên xwe li ser sînorê hevbeş yê di navbera herdu welatan de kom dikin.

Hemdem, karbidestên leşkerî yên Amerîkî do Înîyê gotin ku di dema 24 demjimêran de balefirên Rûsya çend caran derbasî nav herêma asmanî ya Ukrayna bûne.

Berdevkekî Wezareta Berevanîya Amerîkî bang li Mosko kir ku gavên demûdest bavêje da ku zêdebûna asta vê rewşê kêm bike.
XS
SM
MD
LG