Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vatîkan Du Papayên Berê Dike Saint

Rêberê Kenîseya Romanên Katolîk Pap Francis di rêwresmekê de îro Yekşemê li Meydana Saint Peter du papayên berî xwe John yê 23emîn û John Pual yê Duwem kirin saint.

Karbidest dibêjin nêzîkî yek milyon kes li Saint Peter û kolanên din yê Romayê kom bûn da ku beşdarî rêwresma bilindbûna bo saint bibin. Li cem Krîstiyanan  saint yek ji kesayetîyên pîroz e.

Papayê Vatîkanê Francis prosesa fermî li rêwresmê xwend ku herwiha ji alîyê Pap Benedict yê 16emîn ve jî hatibû amadekirin.

Ev cara yekê  ye di dîrokê de ku du papa li heman demê dibin saint.

Paşmayên herdu saintên nû hatin anîn bo qadê li dema rêwresmê. Di sala 2011ê de xwîna John Paul jibo prosesa pîrozkirina wî hatibû bikaranîn. Û di sala 2000 de parçeyek ji çermê John yê 23emîn jibo prosesa pîrozkirina wî hatibû bikaranîn.

XS
SM
MD
LG