Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Divê Amerîka û Ewropa Bihev re li Ser Sizayên Rûsya Kar Bikin


Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, divê Amerîka û Ewropa bihev re kar bikin jibo danîna sizayan li dijî Rûsya jiber karên wê li Ukrayna. Obama dibêje, ev karên Rûsya serxwebûn û serweriya Ukrayna dixe jêr gefeyê ye.

Di axaftinekê de îro Yekşemê li Malezyayê, serokê Amerîkî got ku divê Ewropa û Amerîka bihev re kar bikin da ku ji Rûsya re diyar bibe ku cîhan di destpêkirina sizayan de yekbûyî ye.
Birêz Obama got ku ew ligel Rûsya gihiştibûn peymanekê ku girjîya krîzê kêm bike, lê “Rûsya tiliyek jî bilind nekiriye da ku alîkariyê bike,” wekî ku serokê Amerîkî got.

Do Şemîyê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry banga piştgirîya Rûsya “bêy mercên pêşwext” kir jibo hewildanên azadkirina çavdêrên Ewropî ku roja Înîyê ji alîyê çekdarên ser bi Rûsya ve li rojhilata Ukrayna hatin girtin.

Mezine karbidestekê Wezareta Derve ya Amerîkî got ku Kerry ev daxwaza xwe bi peywendîyeke telefonî re gihand hevtayê xwe yê Rûs Sergei Lavrov. Mosko paşê got ku ew hemû gavan davêje jibo çareserkirina vê rewşê. Lê Rûsya desthilatdarên Ukrayna tawanbar kir ku wan nikarîbû ewlekarîya tîmê biparêzin.
XS
SM
MD
LG