Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Piştgirê Rûsya li Ukrayna di Êrîşeke de Birîndar Bû


Bajarvanê berê yê Kharkiv yê alîgirê Rûsya, Gennady Kernes rastî êrîşeke çekdarî hat, dema wî li ser baysikila xwe bû.

Berdevka hikûmeta xwecîhî said Iryna Kushchenko ragihand ku rewşa saxlemîya Kernes ê 54 salî krîtîk e û ew aniha li nexweşxanê ye.

Kushchenko got, dema êrîş qewimî zerevanên Kernes li nêzîkî wî bûn, lê nekarîbûn pêşî li êrîşê bigirana û êrîşvan bigirtana.

Kernes du meh berê ji alîyê hikûmeta Ukraynî ve hatibû tawanbar kirin ku cudaxwazîya Rûsî belav dike.

Hêjayî gotin e. Kharkiv bajarê here mezin yê duyê ye li Ukrayna ye ku li rojhilatawî welatî cîh digire.

Ew êrîş xeleka dawî ya tundîya berdewam e ku gelek kes tê de hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG