Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed jibo Caran Sisêyan Dibe Berbijarê Seroktîya Sûrîyê


Serokê Sûrîyê Beşad Esed jibo cara sisêyan berbijarîya xwe ya seroktîyê radigihîne, serokê parlemanê îro di televîzyonê de got.

Hilbijartin di 3'ê Hazîranê tê kirin û berbijaran hefteya çûyî dest bi tomarkirina navê xwe kiribû.

Esed di hilbijartina 2007'an de, ku opozîsyonê boykot kiribû, jibo cara duyê wek serok hatibû hilbijartin. Di hilbijartinê de tenê ew kandîd bû û 97 ji sedê dengan wergirtibû.

Beşar Esed di sala 2000'î de, piştî mirina bavê xwe Hafiz Esed hatibû desthilatê ku 30 salan seroktî kiribû.

Hêjayî gotinê ye, li Sûrîyê di her termeke de serok jibo heft salan li ser desthilatê dimînin
XS
SM
MD
LG