Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Dest bi Gera Afrîka Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Çarşemê dest bi gera xwe ya Afrîka dike.

Bi wê serdanê birêz wê hewil bide ku danûstandinan bide destpê kirin da ku dawî li tundûtûjîya li Sudana Başûr û Komara Afrîkaya Navendî bîne.

Kerry di gera xwe de pêşî dihere Addis Ababa û li wê derê ligel wezîrên derve yên Etopya, Uganda û Kenya kom dibe ku kêşeya Sudana Başûr gotûbêj bike.

Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve do Sêşemê gotibû ku Kerry dê mesajên tund bide hikûmeta Sudana Başûr û serhildayan
XS
SM
MD
LG