Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Tirsa Êrîşan Îraqî Çûn Ser Sindoqan


Îraqî di hilbijartina parlemanî de îro Çarşemê çûn ser sindoqan, tevî gefa tundîya berdewam.

Navendên dengdanê di bin tedbîrên xurt yên ewlekarî vebûn. Di hilbijartinan de dora 9.000 berbijar pişikdarî kirin ku bibin xwedîyê 328 kursîyên parlemanê.

Tevî rêjeya bilind ya beşdarbûnê û qedexeya otomobîlan li Bexda, herî kêm 11 kes li seranser welêt hatin kuştin.

Çavdêr dibêjin, her çiqas tirsa êrîşên terorîst bilind bin jî, hilbijêr heta dawîyê li navendên dengdanê man ku dengê xwe bidin.
XS
SM
MD
LG