Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Miheydîn Îso Behsa Mafê Rojnamegerîyê li Sûrîyê Dike


Zêdetirî 300 rojnemavanan di sê salên şerê navxweyî yê Sûrî de hatine kuştin. Mafê rojnamegeriyê hatiye çewisandin , him li ser destê rejîma Esed û him jî li ser destê komên çekdar, mîna DAÎŞ'ê ya ser bi el Qayîde ve.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka rojnemevan û çavdêrê mafê mirovan Mihyedîn Îso rewşa mafê rojenamgeriyê li Sûrî û li Rojavayê Kurdistanê şirove kir û herwiha behsa destdirêjiya ku li ser rojnemavana dibe, kir.

Birêz Îso rejîma Esed tewanbar dike û dibêje, divê ku ew li dadgeha navneteweyî ya tawanan were dadgehkirin. Herwiha wê komên çekdar mîna DAIŞ'ê bi ser rejîma Esed ve nirxand. Wê got ku ew alîkariya rejîmê di bêdengkirina rojnemevanan û temirandina rastiyê de li gelek bajêrên Sûriyê, mîna Raqa û Idlibê, dikin.

Birêz Îsso rexeneyên tûj li PYD'ê jî kirin, li ser qedexekirina karê hinek rojnemavanên kurd li Rojavayê Kurdistanê û ew şermezar kir.
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG