Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Hewil Dide Danûstandinên Rastxwe li Sudana Başûr Hebin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokê Sudana Başûr Salva Kiir
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry hewil dide ku danûstandinên yekser di navbera serokê Sudana Başûr û rêberê hêzên serhilda pêk bîne, bi hêvîya ku girjî û alozîya heyî nermtir bike.

Kerry îro Înê giheşt paytaxt Juba û qasî demjimêrekê ligel Serokê Sudana Başûr Salva Kiir civî.

Piştî kombûna xwe bi Kiir, Kerry got nîyeta wî heye ku here danûstandinên aştî yên li Etopya.

Kerry geşbînîya xwe dîyar kir ku rêberê seerhildayan, cîgirê serok yê berê Riek Machar jî tev li danûstandinan bibe.

Wezîrê Derve Kerry bang li her du alîyan kir ku êrîşên nîjadî yên dijî sîvîlan şermezar bikin.
XS
SM
MD
LG