Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şemitîna Erdê li Afganistanê Dibe Sedema Kuştina bi Sedan


Rizgarkar û bi sedan alîkar li bakur rojhilata Afganistanê kar dikin jibo dîtina kesên ku filitî ne piştî şemitîna erdê ku jiber baraneke giran derkete holê. Di ecnama barana roja Înîyê de dora du hezar kes hatin kuştin û bi sedan jî windayî mane.

Bi dest û bêran, rizgarkar hewil didin bi kêmî 10 metre herî û xirabî bidin alî ku jiber baranê qewimîn û bi sedan xanî li devera Argo ya stana Bedexşan nixumandin.

Parêzgarê wê stanê Şah Walîullah Edîb got, bêtirî du hezar kesan hîn nehatine jimartin û tirs heye ku ew jî miribin piştî ku şemitîna erdê dora 300 xanî binax kir.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, mirina 350 kesî piştrast bûye.

Bi sedan xelk ji deverê hatine valakirin jiber tirsa ku şemitîn careke din çê bibe.
XS
SM
MD
LG