Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirî Cezayê 10 Zindan Dide Piştgirên Îxwan el Muslimîn


Dadgeheke tawanan ya Misirî cezayê zindanê bi 10 salan da 102 kesan ku wan wekî piştgirên rêxistina Îxwan el Muslimîn dide nasîn, jiber rola wan di xwepêşandinên tund li taxeke Qahîre û hilgirtina çekan de.

Ajansa nûçeyan li hikûmeta Misirê îro Şemîyê got ku ev biryar tawanbaran dixîne jêr çavdêrîya polîs bo pênc salan piştî qedandina dema wan ya zindankirinê. Di heman dozê de du tawanbar bi heft salan zindan hatin cezakirin.

Biryara dadgehê girêdayî xwepêşandinên ku di encama roxandina Serok Mihemed Morsî de ji alîyê artêşê ve li Tîrmehê derketibûn holê. Derkirina Morsî hat piştî çend rojan ji xwepêşandinên ku daxwaza destjikarkêşana wî dikirin.

Dozgiran tawanbar bi wê yekê ceza kirin ku ew bi awayekî ne qanûnî kom bûbûn da ku ziyana madî û moralî bigihîne xelkê û milkê giştî. Di wan bûyeran de kesek hatibû kuştin.
XS
SM
MD
LG