Şarezayê Sîyasî ji Kurdistana Sûrîyê Zîwer Omer, li dor rewşa dawî ya Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê rojeva sîyasî ya herêmê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
Ew dibêje, “Bingeha şirîkatiya sîyasî li Kurdistana Sûrîyê heye, lê ev jî tenê bi îradeya nêzîkbûnê ya PKK û PDK’ê dikare pêk were.”
Ew dide zanîn, “Li herêma Kurdî PYD bi şikl xuya dike, lê PKK deshilatdar ku şoreşa Sûrî wek derfetekê derketiye pêşîya wan.”
Nivîskarê Kurd, destpêk û berdewama prosesa aştîyê ya ku hikumeta Tirkîyê bi PKK’ê re didomîne jî bi sîyaseta herdu alîyan ya li ser Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê ve girê dide.
“Ger PKK di deshilatdarîya Kurdistana Sûrîyê de, şirîkatî bi herêma Kurdistanê re bikira, nedikarî Rojavayê Kurdistanê wekî karteke bazarê di proseya aştîyê de bikar bîne.”
Zîwer Omer destnîşan dike, “Wê PYD rênede ku rêvebirên PDK-S’ê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û li wir sîyasetê bikin.”