Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Derbasbûna Malên Filestînîyan Serekê Berê yê Shin Bet Rexneyan Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.
Serekê berê yê ajansa ewlekarîya Îsraîlê dibêje, derbasbûna Cihûyên netewperest li nav milk û malên Filestînî û Erebên Îsraîlê bi cidî nayê wergirtin.

Carmi Gillon, serekê berê yê ajansa ku bi navê Shin Bet tê zanîn, dibêje ew bawer dikin serekê nû yê ajansê Yoram Cohen gelek jêderan bikar nayîne da ku vê diyardeya derbasbûna nav malan rawestîne.

Birêz Gillon îro Yekşemê gote Radyoya Artêşa Îsraîlê, “Cohen gefeya van çalakîyan biçûk dike.” “Wî herwiha diyar e ku ew vê pirsgirêkê ji xwe re nake tiştekî girîng,” birêz Gillon berdewam kir.

Di salên dawî de gelek akincîyên radîkal karên derbasbûna nav milk û malên Filestînî û Erebên Îsraîlê dikin, bêy ku gelek girtin û zindankirin ji alîyê desthilatdaran ve çê bibin. Tenê rêberên Îsraîlê van karan şermezar dikin.

Berdevkê polîs Micky Rosenfeld got, dawîya vê hefteyê êrîşbir derbasî gundekî Filestînî bûn û du bajarên Îsraîlê û tê de jî ziyan gihandin darên zeytûnan, teker xirab kirin û nivîsên nijadperestiyê li ser dîwaran danîn.
XS
SM
MD
LG