Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Transparency International Kêmasiyan di Sîstema YE de Dibîne


Logoya Transparency International.
Logoya Transparency International.
Jibo cara yekê, Yekîtîya Ewropayê ji alîyê rêxistina navneteweyî ya hikûmraniya baş Transparency Intenrational ve tê çavdêrîkirin. Li gorî lêkolerê sereke yê lêkolîna rêxistina navneteweyî Mark Perara, gleke kêmasî di karên dezgehên Yekîtîya Eworpayî de hene.

Jêdereke berdewam jibo gendelîyê lobîkirin e, anku ew berjwendiyên jiderve ku bandorê li biryarderên qanûnî û cîbicîkar dikin. Raport dibêje, qanûnên heyî yên YE derbarê danûstandina lobîkaran ligel rêber û qanûndaneran gelekî lawaz in.

Qanûn li gelek rêber û qanûndanerên welatên YE ferz dike ku hemû samanên xwe yên darayî bi temamî derxînin da ku hevwelatîyên wan werin piştrastkirin ku biryar ne bi nakokîya ligel berjewendiya giştî tên çêkirin.

Rawergirtin nîşan didin ku 70 ji sedî ji rûniştvanên YE bawer dikin dezgehên YE li hember gendeliyê sist in. Karbidestên Transparency International jî dibêjin, eger rêberên YE xembar in derbarê vê diyardeyê, divê ligel rîskên gendeliyê werin danûstandin berîk ku bibin şermezariyên gengelîyê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG