Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nûnertîya Opozisyona Sûrî li ser Erda Xwe Wekî Delegasyoneke Diplomatîk Dide Pênasîn


Ehmed Cerba ligel John Kerry (arşîv).
Rêvebirîya Obama dibêje, ewê ofîsên Washington û New York yên grûpa sereke ya opozisyona Sûrî wekî tîmên diplomatîk yên biyan bide pênasînkirin.

Di Dîsembera 2012an de karbidestên Amerîkayî Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrî wekî nûnera rewayî ya gelê Sûrî dan zanîn, lê heta do Duşemê jî ofîsên hevpeymanîyê tenê wekî buroyên hevkarîyê dihatin zanîn.

Amerîka herwiha ragihand ku ewê alîkarîya xwe ya nekujer bo opozisyonê bi 27 milyon dolar zêde bike. Bi vê yekê alîkarîya Amerîka bo opozisyona ku jibo roxandina rejîma Serokê Beşar Esed şer dike, digihêje 287 milyon dolar ji dema ku nakokiyê berî sê salan destpê kiriye.

Ev bilindkirina statuya ofîsa opozisyonê bi giştî sembolîk e, lê karbidestên Amerîkayî dibêjin ev yek daxwazeke sereke bû ji alîyê opozisyonê ve, jiber ku ew bawer dike ewê hebûn û rastiyeke mezintir ligel karbidestên Amerîkayî li Washington û li nav revenda Sûrî li Amerîka hebe.

Ragihandina roja Duşemê tê di destpêka serdaneke şandeke opozisyona Sûrî bi serkêşiya serokê hevpeyamnîyê Ehmed Cerba bo Washington. Biryar e birêz Cerba roja Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry kom bibe.
XS
SM
MD
LG