Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Peymana Avakirina Bingeheke Leşkerî li Welatê Cîbutî Îmze Dike


Serok Obama ligel Serokê Cîbutî Ismaîl Guelleh.
Amerîka û welatê Cîbutî (Djibouti) peymaneke kirê bi deh salan îmze kirin, tê de bingeheke leşkerî ya Amerîkayî li welatê Qiloçê Afrîkayê tê avakirin. Koçka Spî dibêje, ev gav beşekî girîng e di şerê li dijî terorê de.

Serokê Amerîkayî Barack Obama peyman do Duşemê di kombûneke Koçka Spî de ligel Serokê Cîbutî Îsmaîl Omer Guelleh ragihand.

Birêz Obama bingeh wekî navendeke girîng jibo rola Amerîka li devera Qiloçê Afrîkayê binav kir. Wî got, ew spasdarê Cîbutî Djibouti Guelleh ye jibo erêkirina peymaneke kirê ya demdirêj.

Birêz Guelleh jî spasîya Serok Obama kir li ser nêrîna pêşxistinê li Afrîkayê, di nav de jî sîstema saxlemîyê, perwerde û ewlekarîya xwarinê li Cîbutî.

Lê Serok Obama got, bazirganîya mirovan li Cîbutî dimîne xembariyek. Wî got, dê Amerîka ligel Cîbutî ser pirsgirêkên mafên mirov danûstandinê bike.

Raporteke rêxistina Freedom House Cîbutî wekî welatekî “ne azad” dide zanîn.
XS
SM
MD
LG