Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 30 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku herî hindik 30 şervanên hikûmeta Sûrî li dervayê bajarokê Maarat el-Numan ya bakurê Rojava Îdlib hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî da zanîn ku bûyer hîngê qewimî, dema serhildayan tuneleke bin xaleke kontrolê de peqandin.

Hate ragihandin ku di nav kuştîyan de, bi kêmî ve 2 serbaz jî hene û peqîn ji alîyê Enîya Îslamî ve hate kirin.

Di şerê berdewam yê Sûrîyê de heta niha pirtir jî 150.000 kes hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG