Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Nû li Ser Krîza Mirovahî li Somalê


Raporteke nû dibêje, tevî baştirbûna rewşê di salên dawî de li Somalê, ew welat hîn di krîzeke mezin de dimîne. Hevpeymanîya bêtir ji 20 rêxistinên alîkarîyê dibêje, gelek civakên li nav Somalê gavekê dûrî bobelatê ne.

Raporta bi navê ( Rîska roxandinê: Nûbûna Krîza Somalê) dibêje, nîrên baştir ne serkeftin bixwe ye. Ew dibêje, piraniya aliyên jiyana rojane bi gelekî li jêr standardên tên qebûlkirin dikevin.
Raport herwiha dibêje, dora sê milyon Somalî di krîzeke mirovahî de ne, 50 hezar zarok kêm xwarin in û bêtirî yek milyon kes ji warê xwe barkirine. Ev jimar ji bêrê çêtir in. Lê raport dibêje, divê pêşketin bi standardên nizim neyê pîvandin.

Nûçegihanê Dengê Amerîka Joe De Capua agahiyên zêdetir di vê raportê de pêşkêş dike.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG