Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxwazên Alîgirên Rûsya Banga Putin Nîqaş Dikin


Mîlîtanên piştgirên Rûsya, li ber e, îro Pêncşemê banga Serokê Rûsya Vladimir Putin nîqaş bikin ku daxwaza paşxistina referandumê kiribû.

Birêz Putin îro Çarşemê gotibû ku ew wê bangê dike ku derfet bide mercên pedivî yên jibo dîyalogê ligel hikûmeta Ukraynî.

Putin cara yekê, bi erênî qala biryara hikûmeta Ukraynî ya pêkanîna hilbijartinên seroktî kiribû û ew wek gavele rast nav kiribû. Ew hilbijartin, biryar e, di 25'ê Gulanê de were kirin.

Putîn, Kîev tawanbar kiribû ku bi darbeyeke leşkerî hate ser desthilatê û rê li ber nîjarperest radîkalên rastgir negirtibû.

Serokwezîrê Ukrayna Arseny Yatseniuk nerazîbûna xwe ser daxuyanîyên Putin dîyar kir û ew wel gotinên pûç nirxand.

Biryar bû roja Yekşemê referendumek were kirin ku biryara cihêbûna rojhilata Ukrayna ji wî welatî bide.
XS
SM
MD
LG