Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Çalakî Jibo Azadkirina Girtîyên Nexweş


Komeleya Malbatên Girtîyan (TUAD) jibo balkişandina ser rewşa girtîyên nexweş û azadkirina wan ji girtîgehan li Taksîmê meydana Galatasaray xwepêşandanek lidar xist.

Di xwepêşandana ku roja Pêncşemê êvarê bi piştevanîya malbatên girtîyan û rêvebirên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yên bajarê Stenbolê pêk hat de, li ser rewşa girtîyên nexweş ku heta niha gelek ji wan li girtîgehan can dane agahî hatin parve kirin.

TUAD’ê dîyar kir, hê jî bi kêmî 202 girtîyên nexweşên giran li girtîgehan dimînin ku ligel hemû hewildanên wan jî nayên berdan.

Serokê TUAD’ê Recep Belek, ji Dengê Amerîka re got, wan bi dehên caran raporên girtîyên nexweş pêşkeşî sazîyên dewletê kirine, lê bi zanebûn pêvajoya berdana wan tê dirêj kirin.

Wî da zanîn, karbidestên hikûmetê soz dabûn girtîyên nexweş werin berdan, lê hîna tu gavek nehatiye avêtin ku rewşa wan her diçe xerabtir dibe.
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG