Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sûrîyê Alîkarîyên Mirovahî Wekî Taktîk di Şer de Bikar Tîne


John Ging, Serekê ofîsa NY ya rêkûpêkkirina karûbarên mirovî.
John Ging, Serekê ofîsa NY ya rêkûpêkkirina karûbarên mirovî.
Fermandarekî bilind ji Neteweyên Yekbûyî hikûmeta Sûrî tewan bar kir li ser bikaranîna alîkariyên mirovanî weku çekên tektîkî di şerê xwe de. Her wiha ji dibêje ku, tundutijiya li Sûrî ku ev bêtirî ji sê salan destpê bûye di şerê navxweyî de , tu cih li Sûrî nehiştiyê bê zar û kuştin.

Raportên NY radighînin ku 9.6 million kes di hundirê Sûrî de, ketine bi bandora şerê navxweyî de, û ev jimar hînjî zêdetir dibe. Herwiha 6.5 million kes jî ,bê cih mane û koçber bûne di hundirê Sûrî de, û bêtr jî 2,7 million kes hatine koçikirin û li welatên derdora Sûrî, penaber bûne.

Rêveberê operasiyonê di rêxistina ji bo Rêkûpêk kirina Karûbarê Mirovahiyê
John Ging dibêje , her serê mehekê 5,000 kes têne kuştin û ji xwe 150,000 kes jî hatine kuştin ji destpêka vî şer de.

Ging Bang da civata navnetew ji bo alîkariyê. Ew dibêje pêwîstiya xelkî bi derman, av, xwarin, û tiştên din . her wiha dibêje ku ajansên alîkariyê hewil didin ku karê xwe bikin m lê bê alêkariya peran, ew nikarin tu tiştî bikin. Û ew alêkarî jî roj bi roj kêm dibe.

Netwên Yekbûyî bangek dabû ji bo bidstxistina 6.5 billion dolar, ji bo alîKariya mirovahiyê li hundirê Sûrî û penberan li welatên derdora Sûrî. Lê bi tenê ribek ji van pera hatibû bidestxistin .

Ev jimar ya herî bilind e ji bo alîkariya Sûriyan.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG