Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 3 Salan Washington Monument Dîsan Vedibe


Nîşana rêzgirtinê li yekem serokê Amerîkî dê vebit ve, piştî 3 salên çakirnevê

Nîşana bîrewerî û rêzgirtinê li yekem serokê Amerîkî , bi navê Washington Monument, kû yeke ji navdartirîn cihên Paytextê Amreîka, roja dûşem, dê vebit ve, piştî 3 salên çakirneva zîyana pê ketî ji encamê erdhejekê.

Cihê kevnê 130 salan bi bilindahîya 169 mîtran, jibo rêzgirtinê li George Washington, 33 mehin hatibû girtin.

Gerîde wê bikaribin careka dî seredana bilindtirîn cihê Washington bikin, 3 salan piştî daxistina wî jiber erdheja li deverên Rojhelata Amerîka û devera Wshington dayî li sala 2011ê.

Wê erdhejê zîyan gihand wî cihê navdar û çendîn cihên dî li Washington.
XS
SM
MD
LG