Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karkerê Kurd ji Somayê Felaketa Komirgehê Dinirxîne


Hejmara mirîyên felaketa komirgeha Soma ya li Tirkîyê ku roja Sêşemê pêk hatibû her diçe zêdetir dibin.

Li gor daxuyanîyên dawî termên nêzî 300 karkeran ji binê erdê hatine derxistin.
Parlamena Tirkîyê îro Çarşemê bi taybet jibo vê karesatê kom bû û şîna fermî ya 3 rojan ragihand.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeyên partîyên din yên opozîsyona Tirkîyê jî li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin.

Karkerekî Kurd li komirgeha Somayê Cengîz Alişik ku li dema qewimîna vê bûyerê li ser kar bû ji Dengê Amerîka re wiha dibêje:

“Hê jî nêzî 400 karkeran li binê erdê asê mane ku hêvîya bi saxî rizgarkirina wan pir kêm e.”

Karkerê Kurd ku li heman komirgehê li ser rûyê erdê kar dike dide, wiha didome:

“Îro jinûve li hûndirê komirgehê şewatê destpê kirîye. Jiber ku tenê rêyeke têketin û derketinê heye, rizgarkirina wan pir zehmet e.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG