Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ukrayn Hevdîtinên ‘Yekîtîya Netewî’ Destpê Kirin


Piştî kemîna cudaxwazan ku 7 leşkerên artêşa Ukraynî hatin kuştin bi rojekê hevdîtnên herdu alîyan yên ‘Yekitîya Netewî’ destpê kirin.

Hate ragihandin, danûstandin li ser plana Rêxistina Hevkarîya Ewlekarîya Ewropayê pêk tên.

Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk li ser hevdîtinan da xuya kirin, endamên parlamena netewî û rêvebirên herêmî beşdar in, lê cudaxwaz cî nagirin.

Kemîna cudaxwazan roja Sêşemê li nêz bajarê Kramatorsk, li dema serdana Kiev ya Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Setinmeier pêk hatibû.

Wezîrê Almanî di daxuyanîyeke xwe de li Kiev’ê dîyar kiribû, wê hevdîtinên ‘Yekîtîya Netewî’ yên vê hefteyê destpê dikin berîya hilbijartinan bibin hincet ji pêkanîna aramîyê re.

Wezîr Yatsenyuk, herwiha di kombûneke rojnamevanî de, hin herêmên Ukrayna wekî cihên xeterî bi nav kiribû ku hêvîya xwe ya çekberdana cudaxwazan piştî hevdîtinan anîbû ziman.

Ji alîyê xwe Rûsîya bawer dike ku heta danûstandinên rasterast bi cudaxwazan re destpê nekin, wê ti encamek ji hevdîtinan dernekeve.

Herwiha Moskov, rêzê ji referandûmên li herêmên Donetsk û Luhansk a rojhilata Ukrayna birêve çûne re digire ku ew referandûm werin qebûl kirin.
XS
SM
MD
LG