Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke ser Sînora Tirkîyê de 29 Kes li Sûrîye Hatin Kuştin


Li Sûrîye, di peqîneke ser tixubê Tirkîyê de herî kêm 29 kes hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM), ku bingeh li Brîtana ye, ragihand ku madeyên peqînkar di wesayîtekê de hatibû cîh kirin.

ÇSMM da zanî ku peqîn li nêzîkî derîyê sînor yê li bajarokê Bab el-Selamî pêk hat.

Li gor ÇSMM di nav qûrbanîyan de 5 jin û 3 jî zarok hene.

Bizavkarekî Sûrî ji ajansa Reuters re got ku 12 kesên birîndar bi ambulansan ji Tirîyê re hatin veguhastin. ye

Hêjayî gotinê ye, alîyê Sûrîyê yê derîyê sînor, ji destpêka vê salê vir ve, di bin kontrola serhildayên Îslamî ye ku dijî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAAŞ) şer dikin.
XS
SM
MD
LG