Hikûmeta Ameêrîkî soz da ji bo alîkariya opozîsyona Sûrî ve, piştî hevdîtinên bi şanda Hevbendîya Niştumaniya Sûrî re li Washington.
Di encamê de Amêrîka ragîhand ku wê, çekên sivik û hin tiştên din bidin Artêşa Azad, ta ku karibin belansa şer vegerîvin. Li ser vê mijarê, rojnemevan Cîhad Salih ji Dengê Amerîka re nerîna xwe diyar kir û şîrove kir.
Birêz Salih dibêje, ku opozîsyona Sûrî ji hev bela - wela ye û Hevbendiya Niştîmanîya Sûrî ne perpirsê doza Sûrî ye û Ehmed El Cerba nikare beşê opozîsyonê li hev bicivîne û yekîtîyekê çêke.