Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Revandina Keçên Nîjeryayî Dibe Rojeva Kongresa Amerîkî


Hikûmeta Amerîkî dibêje, ew kar dike jibo alîkarîya rizgarîkirina bêtirî 250 keçên dibistanê yê Nejîrîyayî ku li nîvê Nîsana bûrî hatine revandin.

Lê rêvebirîya Obama dibêje ew di hewildanên xwe de rastî zehmetî û dijwariyan tê.

Ji xwepêşandinên berfireh bigire heta bi kempeyên li ser malperên medya civakî, pirsgirêka keçên Nîjeryayî her bala xelkê li seranserê cîhanê dikişîne.

Nûçegihanê Dengê Amerîka Michael Bowman radigihîne ku karbidestên Amerîkayî li Kongresê agahî derbarê hewildanê hikûmetê dan û qanûndaneran jî bi yekdengî mîlîtanên Îslamî yên rêxistina Boko Haram şermezar kirin.
XS
SM
MD
LG