Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

​Davutoglu li Londonê li ser Felaketa Soma'yê Peyivî


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, ku li Londonê beşdarê civîna welatên Hevalên Sûrîyê dibe, li ser felaketa komirgeha Somayê ku qasî 300 karkeran can da peyivî.

Davutoglu jibo peyamên serxweşîyê spas kir û got, jibo careke din karesatên wiha pêk neyên ewê her cure lêpirsîn û vekolînan bikin û çi gavên hewce hebin, bavêjin.

Davutoglu di hevpeyvîna ku bi CNN Internatiol re pêk anî de, bers'v da nerazîbûn û bertekên li ser axaftina Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku li dema serdana Somayê kiribû.

Wî got, nabe ku serokwezîr ew wek rûdaneke biçûk nirxandibe, li demên hestiyar bertekên wisa rû didin.

"Mebesta serokwezîr bi dayîna mînakên berê yên li welatên din ew bû ku xwest wan rûdanan jî bi bîr bixe."
XS
SM
MD
LG